Mem Artemêt wêneyên xwe li Diyarbekirê di pêşangehekê de pêşan dan

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Wênekêş Mem Artemêt ji wêneyên geştên xwe yên li Kurdistanê û welatên derdorê,  pêşangeha ‘Herka Heyatê’ li Diyarbekirê vekiriye. Pêşangeh bi baldariyeke baş birêve diçe. Mem Artemêt tîne ziman ku ji ciwaniya xwe ve ji wênekêşiyê hezkiriye û 4-5 sal bi makîneyên hevalên xwe wêneyan kişandiye. Lê wêneyên ku 5 sal e di geştên xwe de kişandiye, di yekemîn pêşangeha xwe ya takekesî de pêşkêş dike.

Wênekêş Mem Artemêt wêneyên ku şahîdiya rêwîtiyên wî yên 5 salên dawî kirine, ji aliyekî ve li neqşeyekî xêz kiriye, ji aliyê din ve amûrên ku di wê rêwîtiyê de bi kar aniye û wêneyên rêvîtiya mirovan yên di nav sirûştê de, li pêşangeha ‘herka heyatê’ raxistiye.

Mem Artemêt tîne ziman ku yekem car di sala 2009’an de, bi makîneyên heval û xizmên  xwe wêneyan kişandiye û piştî 2014’an jî yekam car makîneya wênayan bo xwe kirriye. Mem Artemêt radigihîne ku di wêneyên xwe de, bi girîngî dana xêzkirinan, 'biçûkayiya mirovan di nav mezinahiya sirûştê de' kiriye mijara serekî.

Wênekêş Mem Artemêt derbarê pêşangeha xwe de ji K24ê re got: ”Ev pêşangeh bi çîroka ku di sala 2017’an de, ez ber bi welatên jêrve çûme; welatên wek, Îran, Ermenistan, Gurcistan, gundên Azerbeycanê, çiyayên Turkmenistanê û heta sînorên Afganistanê geriyam. Ew çîrokên min yên li wan deveran û bi kon, kursî û termosê xwe ve nîşan didim. Me xwest em wê rêwîtiyê nîşan bidin, kê ku alîkarî û piştgiriya me kiribe, yên ku silav dabe, xwarin dabe û rê nîşanî me dabin, hemû parçeyekî vê çîrokê ne. Konsepta serekî ya pêşangehê jî di nav mezinahiya gerdûnê de, biçûkayiya însan e.”

Mem Artemêt balê dikşîne ku di vekirina pêşangehê de, şêwirmendê pêşangehê Omer Farûk Baran û koordînatorê Merkezkaç Koleftîf Mekanê Adem Bûlût hevkariyeke baş kirine û ji eleqeya ku hatiye nîşandan jî gelek kêfxweş bûye.

Mem Xerzan jî ji Batmanê ji bo serdana pêşangehê hatiye û tîne ziman ku li ser medya civakî, wêneyên Mem Artemêt dişopîne û îro jî xwestiye pêşangehê bibîne.

Mem Xerzan dibêje: “Pêşangeha Herka Jiyanê, navê pêşangehê gelek lêhatiye. Ji ber ku di herîkîna jiyanê bi xwe de, ew wêne hatine kişandin. Dema em lê temaşe dikin, her wêneyekî çîrokekî di xwe de dihewîne. Dikarî çirokekî li ser wan bifikirî. Wek mînak di wêneyekî de pîremêr û pîrejinekê li ser hespekî ne û di rêyekê de, bi awayekî estetîk hatine kişandin. Dema mirov li wî wêneyî binihêre dikare çîrokeke baş binivîse ku kûrahiyekê di wêneyan de heye.”

Pêşangeha bi navê Herka Heyatê dê heta 27 Sibatê li Diyarbekirê ji bo kesên baldar vekirî bimîne.