Cotyar Adil: Biryara dadgehê metirsiya dagirkirina Kurdistanê li pey xwe tîne

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; biryara Dadgeha Federal a Iraqê, pêşîneyeke metirsîdar e.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; biryara Dadgeha Federal a Iraqê, pêşîneyeke metirsîdar e û eger pêş lê neyê girtin, metirsiyên din dê li pey wê werin, weke leşkerkêşiya ser Herêma Kurdistanê û girtina balafirgeh û deriyên sînorî.

Îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya heftane de geşedanên van demên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û biryara Dadgeha Federal a Iraqê li dijî çavkaniyên sirûştî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Li gor daxuyaniya civînê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Federal weke "nedestûrî" bi nav kir.

Li ser vê mijarê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil beşdarî bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û ragihand: “Ev pêşîneyeke metirsîdar e. Eger dadgeh bi alîgirî biryar bide, ne tenê metirsî li ser Herêmê dibe, hemû proseya siyasî û sîstema federal a Iraqê dê di metirsiyê de be.”

Cotyar Adil destnîşan kir: “Ev biryar tiştekî din li pey xwe tîne û dûr nîne ku biryara leşkerkêşiyê bo ser Herêmê û dagirkirina deriyên sînorî û girtina balafirgehan li pey wê were. Ji ber vê yekê, me red kir.”

Li ser rêya çareseriya vê kêşeyê eşkere kir: “Li gor nêrîna me, tenê destûr rêya çareseriya kêşeyan e. Li ser asta navçe û cîhanê, mijara destûrê pîroz e û divê rêz lê were girtin. Rêya çareseriyê tenê lêvegera destûrê ye.”