Serokê Ukraynayê: Berevaniyê li xwe dikin

Serokê Ukraynayê: Em bi hêz in û ji her tiştî re amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê daxwaz li xelkê welatê xwe dike ku aram bin û ew ê bersiva êrîşê bidin û berevaniyê bikin.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky piştrast kir, Rûsyayê êrîşên mûşekî pêk anîne ku binesaziya bingehîn û pasewanên sînorê wî welatî kirine armanc.

Zelensky di bersiva êrîşa Rûsyayê ya li ser welatê xwe de got: “Em bi hêz in û ji her tiştî re amade ne û em ê bi ser bikevin.” Daxwaz jî ji gelên Ukraynayê kir ku aram bin û li malên xwe bimînin.

Ev di demekê de ye, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn îro Pêncşemê danê sibê biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ew bi çekên giran jêrxaneya leşkerî, binesaziya berevaniya asmanî, firokxaneyên leşkerî û firokeyên artêşa Ukraynayê pûç dikin.

Şandeyê K24ê bo Kîevê Azad Altun da zanîn, hêzên asmanî ya Rûsyayê 7 binkeyên leşkerî li Kîevê, bi giştî 36 cih li seranserê Ukraynayê kirine armanc.