Firokeyeke serbazî ya Ukraynayê kete xwarê

"Di firokeya serbazî de 14 kes hebûn."

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha rewşên awarete ya hikûmeta Kîevê ragihand; îro pêncşemê firokeyeke serbazî ya Ukraynayê li nêzîkî Kîevê kete xwarê.

Li gor zanyariyên fermangehê, di firokeya serbazî de 14 kes hebûn û canê xwe ji dest dane.

Firokeya serbazî li nêzîkî bajarokê Trîbîlya yê 50 kîlometre dûrê başûrê paytexta Ukraynayê ketiye xwarê.