Îbrahîm Reîsî: NATO gefeke metirsîdar e

“Ez hêvî dikim tiştê niha diqewime, sûda wê ji bo xelk û seranserê navçeyê hebe.”
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îranê ragihand; Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di pêwendiyeke telefonî de ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re gotiye: “Berfirehbûna hevpeymaniya NATO gefeke metirsîdar e ji bo asayîş û seqamgîriya navçeyê.”

Îbrahîm Reîsî di pêwendiya telefonî de diyar kiriye: “NATO aloziyan derdixe û gefeke metirsîdar e ji bo asayîş û seqamgîriya welatên serbixwe.”

Medyaya Îranê eşkere dike ku Reîsî ji Putin re gotiye: “Ez hêvî dikim tiştê niha diqewime, sûda wê ji bo xelk û seranserê navçeyê hebe.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja pêncşemê danê sibê biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.

Putin diyar dike ku Rûsya nahêle Ukrayna bibe xwedî çekên atomî û bibe endama NATOyê.