Çavuşoglu: Tiştê Rûsya dike binpêkirina yasayên navdewletî ye

"Ne mimkun e ku em vê qebûl bikin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand; ji bo rizgarkirina welatiyên Tirkiyê amadekarî hatine kirin, ku bi rêya Romanya, Polanda û Moldovayê, bêyî testa koronayê, dê vegerin Tirkiyê.

Mevlut Çavuşoglu ji A Haberê re diyar kiriye; helwesta Tirkiyê li hember operasyona serbazî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatiye ragihandin.

Çavuşoglu destnîşan kiriye: “Tiştê ku Rûsya dike binpêkirina yasayên navdewletî ye, ne mimkun e ku em vê qebûl bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje; şermezarkirin û belavkirina daxuyaniyan bes nîne û divê ji bo rawestandina Moskowê hewl bidin, Tirkiyê hewl daye ku bûyer negihîjin vê rewşê.

Herwiha eşkere kiriye; ew ji nêzîk ve rewşa welatiyên xwe yên li Ukraynayê dişopînin û gotiye: “Em ji destpêkê ve li ser derbaskirina welatiyên xwe xebitîn, lê belê niha hatûçûna esmanî girtî ye.”