Bandora şerê Rûsya û Ukrayna li ser Têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24 – Piştî ku Rûsyayê êrîş bir ser xaka Ukraynayê Tirkiyeyê ev yek wek dagirkerî û dijî hiquqa navneteweyî pênase kir. Şîrovekar vê yekê wek pêşbiniya têkçuna têkiliyên Tirkiye-Rusyayê şîrove dikin û dibêjin dê hevsengiyên qada Sûriyê bi teybetî Rojavayê Kurdistanê biguherîne, aliyek jî dibêje ev rudan şerek lihevkirî ye û hêzên zirhêz bazarê li xwe parve dikin.

Rûsyayê hember xaka Ukraynayê operaasyonek serbazî da destpêkirin û di qada navneteweyî de ev yek rastî bertekan hat û yek ji dewletên ku bertek nîşan da jî Tirkiye ye û Tirkiye vê gava Rûsyayê wek dagirkirina xaka Ukraynayê pênase dike û ev daxuyaniya Tirkiyeyê pirsa dahatuya têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê tîne rojevê. Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî Ya Dîcleyê DÎTAMê Hiquqnas Sedat Yûrttaş di wê baweriyê de ye ku dê helwesta Tirkiyeyê bandorê li têkiliyên Rusya Tirkiyeyê bike û dê di bandorek gerdunî jî bi xwe re bîne ku dê di cîhanê de serdemek nu vebibe.

Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Sedat Yurttaş ji K24ê re got: “Welê xuya ye ku balansa Rûsya û Tirkiyeyê ya li Sûriyê ava kiribûn dê xirap bibe. Tirkiye bi Ukrayna û Rusyayê ve bi aliyê aborî ve girêdayî ye. Ji aliyê leşkeri ve li Sûriyê bi Rusyayê ve girêdayî ye. Rewşa li Lîbyayê heye, li Deryaya Sipî li Ermenîstanê li gelek deveran bi hev re kar dikin. Ji ber wê jî rewşa dagirkirî ya Efrînê demek kin de naguhere lê pêvajoyek nu dê dest pê bike.”

Şerê Rûsya û Ukraynayê di cîhanê de rojeva sereke ye û her aliyek li gorî rewş û pozisyona xwe nêzîkî mijarê dibe. Ji aliyê kurdan ve jî gelek analiz, şîrove û pêşbînî tên kirin ku Berdevkê Tevgera Demokratên Kurdistan Cano Amedî amaje balê dikêşe ku wekî gelek şerên li deverên cur be cur rû dane ev şer jî şereke lihevkirî yê hêzên zirhêz e ku divê Kurd konjonkturê baş bixwînin.

Berdevkê Tevgera Demokratên Kurdistan Cano Amedî dibêje: “Dagirkirina Efrînê de me baş dîr Rusan derî bo Tirkiyeyê vekir, Emerîka jî got ne li cihê ewlekariya min de ye. Şerê Rusya Ukraynayê wek rewşa Kerkuk û Suriyeyê xuya ye kuş erek lihevkirî ye û bazarê li hev dabeş dikin. Tirsa min ew e ku eger Kurd bi hişmendiyekî neteweyî berjwendiyên xwe neparêzin dê zirarê bibînin.”

Li aliyekê Tirkiye ji Rusyayê muşekên S-400 kirrî bû ev yek ji aliyê NATOyê ve rastî nerazîbûnê hatibû û li aliyekê jî Tirkiye firokeyên bêfirokevan firotibu Ukraynayê ku serokerkanê Ukraynayê dabû zanîn ku di destê artêşa wan de 12 firokeyên bêfirokevan ên ki Tirkiyeyê kirrîne hene. Li gor vê rewşê jî tê mereqkirin ku gelo dê Tirkiye bikare hevsengiya têkiliyên xwe yên bi Nato û Rûsyayê re biparêze an na.