Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo “Rûsya û Ukrayna” dicive

Daxwaza civîneke taybet a Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Navdewletî dê îro êvarê, civînekê li dar bixe, ji bo projebiryarekê bipejirîne ku tê de "civîneke taybet a Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî” tê kirin, ji bo roja derbarê kêşeya di navbera Rûsya û Ukrayna de ye bicive.

Jêderekî dîplomasî ji “AFP” re ragihand, “Armanca vê civîna awarte ya Civata Giştî ew e, 193 Dewletên Endamên Netewên Yekgirtî li ser kêşeyê, binpêkirina Peymana Netewên Yekgirtî û şermezarkirina şer, helwestekê bigirin.

Ev mekanîzma hatiye pêşkêşkirin (civîneke taybet a Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî), kêm tê bikar anîn ku egera bikaranîna mafê Vetoyê ji aliyê yek ji pênc endamên daîmî yên Encûmena Asayişê di nav xwe de nagire.

Herwiha ev civîn, dê bibe civîna çaremîn a Encûmena Asayişa Navdewletî li ser şerê li Ukraynayê, ji roja Duşema borî ve.

Roja Înê, Rûsiya wek endama daimî ya Encûmena Asayişê, projebiryara Encûmena Asayişê ya derbarê bûyerên Ukraynayê de veto bi kar anî.

Di wê derbarê de Nûnerê daimî yê Rûsyayê di Netewên Yekgirtî de Vassily Nebenzia got, ev projebiryar “dijminatiya Rûsyayê” dike.

Nebenzia got: Rûsya li dijî Ukraynayê şer nake, lê ji bo parastina gelê herêma Donbassê û paqijkirina Ukraynayê ji Naziyan, operasyon daye destpêkirin.