Iraq: 160 welatiyên Iraqî ji Ukraynayê derketine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îraqê roja Duşemê ragihand; 160 welatiyên Iraqî ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve, ji Ukraynayê derketine.

Wezareta Derve ya Îraqî berê ragihandibû; ew bi Polandayê re danûstandinan dikin, da ku alîkariya welatiyên xwe bikin ji bo ji Ukraynayê derxin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand; li gorî amarên ku Balyozxaneya Iraqê ya li Varşovaya belav kirine, herî kêm 157 welatiyên Iraqê ji Ukraynayê derbasî Polandayê bûne.

Ehmed Sehaf diyar kir jî, 3 xwendekarên Îraqî yên din jî ji Ukraynayê bo Moldovayê hatine veguhestin.

Hat ragihandin; herî kêm 5 hezar û 500 welatiyên Iraqê li Ukraynayê ne. Li gorî amarên fermî jî, zêdetirî 500 ji wan li nêzîkî 30 saziyên akademîk ên wî welatî dixwînin.

Li gorî Netewên Yekbûyî, ji dema êrîşê û vir ve li Ukraynayê nîv milyon kes malên xwe hîştine. Tê texmînkirin ku hejmara qurbaniyan jî nêzî 400 kesan e.