Washingtonê bi fermî Cejna Newrozê nas kir

Encûmena Şaredariya Washingtonê bi piraniya dengan Newroz weke bûyereke “çandî û dîrokî” pesend kir
Cejna Newrozê
Cejna Newrozê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Şaredariyê ya Washingtonê Paytexta Amerîkayê, Cejna Newrozê weke bûyereke “çandî û dîrokî” bi fermî nas kir.

Encûmena Şaredariyê ya Washingtonê roja 1/3/2022an projebiryarek bi piraniya dengan pesend kir, tê de hatibû xwastin cejna Newrozê wek bûyereke çandî û dîrokî” bi fermî bê naskirin.

Di daxuyaniya Encûmena Şaredariyê de hat gotin, Netewên Yekgirtî piştrast dike ku dîroka Newrozê 3 hezar sal in û salane ji aliyê zêdetir ji 300 milyon kesî ve li seranserê cîhanê tê pîrozkirin.

Şaredariya Washingtonê di biryara xwe de destnîşan kir, gelên ji hemû pêkhateyên çandî, etnîkî û olî yên wekî Xiristiyan, misilman, cihû, Behaî, Zerdeştî û hwd.

Got jî: Netewên Yekgirtî bi fermî Newrozê wekî mîrateyeke çandî ya mirovahiyê nas dike ku ji aliyê gelek mirovên li seranserê cîhanê ve rêz lê tê girtin û tê pîrozkirin.”

Li ser vê yekê, Encûmena Bajarê Washingtonê bi fermî Newroz wek cejneke dîrokî qebûl kir û ji niha û pê ve dê bikeve salnameya wê ya fermî.

Her sal di 21ê Adarê de Kurd, Faris, Azerî û gelek gelên din cejna Newrozê pîroz dikin, lê di nav gelê Kurd de taybetmendiyeke netewî ya vê rojê heye, ji ber ku Kurd bi rêya wê nasnameya xwe eşkere dikin û daxwaz û mafên xwe yên neteweyî û siyasî li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê dikin.