Balyozxaneya Amerîka li Şamê: Adar li Sûriyê “meha hesabdayînê” ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka li Şamê ragihand, meha Adarê, dê bibe “meha hesabpirsînê” û “bêcezakirin” dê li Sûriyê bi dawî bibe.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê roja 1ê Adarê li hejmara xwe yê fermî li “Twitter” belav kir: Beşar Esed bi dirêjahiya 11 salên borî, tawan li dijî gelê Sûriyê kirine û ew eşkence dane. Lê bêcezakirin, dê bi dawî bibe.

Diyar kir jî, ew ê ronahiyê bidin ser “çawa Sûrî û civaka navdewletî berpirsiyariya van tawanan dişopînin” û bang li Sûriyan kir ku tevlî vê proseyê bibin.

Di meha Çileya borî de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan raporta xwe ya salane ya 11emîn li pey hev belav kir û tê de bi awayekî binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê di sala 2021an de aşkere kirin.

Di raporê de hat gotin; di sala 2021ê de 1271 sivîl ku 299 jê zarok in hatine kuştin, 104 jî bûne qurbaniyên îşkenceyan, 2218 jî hatine girtin û nêzî 86 hezar kesan jî bi darê zorê hatine koçberkirin.

Di Mijdara 2021’an de jî ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ve, biryarek li ser çarenûsa kesên winda li Sûriyê hatibû derxistin.

Biryarê ku ji 24 rûpelan pêk hatibû, daxwaza lêkolînekê ji bo zanîna çarenivîs û cihê kesên winda li Sûriyê kiribû.