Di nava mehekê de 6 kolberên Kurd hatine kuştin

Li gor rêxistinên mafên mirovan, tenê di meha Sibata îsal de 6 kolberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.
Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gor rêxistinên mafên mirovan, tenê di meha Sibata îsal de 6 kolberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 11 kolberên din jî birîndar bûne.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan amara mehekê ya kuştî û birîndarên kolberan eşkere kir û ragihand ku di meha Sibatê de 6 kolberan canê xwe jidest dan û 11 kolberên din jî birîndar bûne.

Li gorî rapora Hengaw, li parêzgeha Kirmaşanê 3 Kolber hatine kutştin û 6 kolberên din jî birîndar bûne. Li parêzgeha Sine 2 kolber hatine kuştin û 5 kolberên jî birîndar bûne. Li parêzgeha Urmiyê jî kolberekî canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin; 6 ji wan kolberên ku canê xwe ji dest dane, bi teqeyên rasterast ên hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine kuştin, 4 kes ji wan ji ber teqîna mînan û yên din jî ji ber bûyerên xwezayî û bûyerên trafîkê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.