Esed û Feyaz rewşa li sînorê Sûriye – Iraqê guftûgo dikin

Serokê Desteya Heşda Şeibî û Serokê Sûriyê li Şamê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz û Serokê Sûriyê Beşar Esed li Şamê civiyan û guftûgo derbarê rewşa sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de kirin.

Medyaya Heşda Şeibî belav kir, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re guftûgo derbarê rewşa sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de û rûbirûbûna terorê kirin.

Ji aliyê xwe ve jî ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, di civîna Esed û Feyaz de, guftûgo derbarê hevahengiya di navbera her du aliyan de û pirsgirêkên ewlehiyê yên li ser sînor guftûgo kirin.

Di salên borî de çendîn grûpên Heşda Şeibî ji bo piştevaniya Esed û şerkirina li kêlek hêzên wî, derbasî Sûriyê bûne. Herwiha çendîn xal û baregehên wan jî ji aliyê Amerîka û Îsraîlî ve hatin bombeberankirin.