Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 kes revandin

Hejmarek ji çekdaran li Efrînê
Hejmarek ji çekdaran li Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê rêjeya revandina welatiyên Kurd û binpêkirinên mirovî ji aliyê grûpên çekdar ên Tirkiyê piştevaniya wan dike ve, her diçe zêde dibin.

Çalakvanên Efrînê belav kirin, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî roja 1ê Adarê 2 kesên bi navê Ebdo Mihemed Cabo û Ebdo Xelîl Hiso ji gundê Kaxirê ya navçeya Mabet revandin.

Çalakvanan diyar kirin, heman grûpa çekdar roja 1ê Adarê jî 2 kes bi navê Hesen Mihemed Mamo û Mihemed Cafer ji gundê Şorebe yê li navçeya Mabeta revandin.

Çalakvanên Efrînê dan zanîn jî, roja 1ê Adarê welatiyê bi navê Mehmûd Eslan Sîdo yê ji gundê Ebîdanê li navçeya Bilbilê, li ser rêbendeke Polîsa Leşkerî hat revandin.

Çalakvanan gotin ku, çekdaran dest danîn ser otomobîla Mehmûd Eslan Sîdo û li hember berdana wî, daxwaza 20 hezar Dolar ji malbata wî kirine.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser wê ve Efrîn ji Adara 2018an ve dagîr kiriye. Ji wê demê ve jî, çekdaran bi mebesta standina pere û fidyê ji Kurdan û neçarkirina wan ku koçber bibin, bi hezaran kes revandine.

Li gor çalakvanên Efrînê, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, dora 8230 kesan hatine revandin, 5530 kes ji wan hatine berdan û yên din jî hîn çarenivîsa wan ne diyar e.