PAK: Me hemû daxwazên gelê Kurd yên sereke raberî CHPê kirin

Cîgirserokê PAKê Kasim Egûn: Piştî hevdîtinên bi partiyên Kurdistanî re, em ê bi HDPê re bicivin
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de hevdîtinên partiyên Kurdistanê yên li gel partiya muxalefeta sereke ya wî welatî CHPê didomin. Piştî Partiya Sosyalîstan Kurdistan (PSK) Partıya Azadiya Kurdistan (PAK) jî bi şandeyekê serdana CHPê kir. Piştî hevdîtinê, rayedarên PAKê ragihand ku wan hemû pirs û kêşeyên Kurd û Kurdistanê yên serekî reberê rayedarên CHPê kirîye û helwesta wan jî erênî bûye. Herwiha rayedarên PAKê dan zanîn ku ew ê piştî hevdîtinên partiyên Kurdistanî li gel HDPê bicivin.

Di heyama ku li Tirkiyê partiya muxalefeta sereke ya vî welatî Partiya Komarî ya Gel (CHP) hewl dide bi Kurdan re helalîye bixwaze, partiyên Kurdistanî jî serdana CHPê dikin. Piştî Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSKê, şandeyeke Partiya Azadiya Kurdistan PAKê jî Serdana CHPê kir. Şandeya PAKê ku ji cîgirserokên Partiyê Kasim Ergûn û Nurullah Tîmûr pêk hatî li navenda giştî ya CHPê bi cîgirserokê CHPê Oguz Kaan Salici re hevdîtinek pêk anîn.

Piştî hevdîtina saetekê Cîgirserokê PAKê Kasim Ergûn derbarê naveroka civîna li gel tayedarên CHPê de diyar kir ku wan daxwazên serekî yên gelê Kurd ku bi awayekî lezgîn bên çareserkirin raberî wan kiriye û rêyên çareseriyê nîqaş kirine.

Cîgirserokê PAKê Kasim Egûn ji K24ê re got: “Mesela fikr û ramanên azadîya xwe bi rêxistinkirina kurd û Kurdistanê, mesela zimanê Kurdî, perwerdehiya bi zimanê Kurdî, zimanê Kurdî bibe zimanê duyem ku bikeve bin qanûnê esasî ku careke din neyê qedexekirin me emsele nav û heremên Kurdistanê ku zivirandine Tirkî bizivirînin kurdî û divê dewleta tirk jî rê li siyaseta demokratîka Kurdistanî veke ku kurd bikaribin bi nasnameya xwe siyaset bikin. zêdetir em ser van daxwazan sekinin wan jî memnuniyeta xwe anin ziman.”

Herwiha derbar bangawazî û daxwaza hevdîtina HDPê ya li gel partiyên Kurdistanî d ejî Ergûn da zanîn ku pêşî ew ê di nava partiyên Kurdistanî de hevdîtinekê çekin paşî bi HDPê re bicivin.

Egûn dibêje: “Em wek Partiya Azadiya Kuridstanê (PAK) dibêjin ku pêşî lazim e partî û rêxistinên Kurdistanî werin bal hev. Ji xwe re rêyekê tayin bikin rêya çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê û du re jî bi partiyên Tirkiyê re biaxiwin. Em na, lê HDP jî xwe wek partiyeke Tirkiyeyî îfade dike. diyaloga me di nava vê çarçoveyê de ye. Yanî em ê pêşî wek Kurd werin ba hev du dû re jî em ê bi HDPê re rûnên. Nexwe em HDPê wek partiyeke Kurdistanî ku em bi wan re rûnên nîne. Ne ew xwe dibînin ne em wan dibînin.”

Partiya Azdiya Kurdistan (PAK) ya ku di sala 2014an de bi siyasetek netewî ya Kurd û Kurdistanî di siyaseta Tirkiyê de cîh girtiye û taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê Çalak e, ji bo çareserkirina pirsa Kurd û cibicîkirina daxwazên gelê Kurd dê bi partiya deshilat Ak partî, partiyên pêşeroj, deva, sadet û HÛDA-PARÊ re jî hevdîtinên xwe pêk bîne.