Li Wan, Bedlîs û Erdexanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Dibistan ji bo rojekê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajar û navçeyên Wan, Bedlîs û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û seqemê dibistan ji bo îro hatin girtin.

Parêzgariya Bedlîsê bi daxuyaniyekê ragihand; li hemû saziyên perwerdehiyê yên li navenda Bedlîsê û Tetwan û Mûtkiyê dibistan ji bo rojekê hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku jinên ducanî û astengdar ên ku karmend in jî wê bi destûr bên hesibandin.

Li Elbaka navçeya Wanê û Hîzana navçeya Bedlîsê jî ji ber berf û seqemê îro hemû dibistan hatin girtin.

Li Erdexanê jî navenda bajêr ne tê de, li navçeyên Xanaq, Damal, Çildir, Posof û Golê ji ber berfa zêde dibistan hatin girtin.