Balyozxaneya Almanya ya li Bexdayê ala Ukraynayê daliqand

"Ji bo piştevaniya Ukraynayê û nîşandana dijayetiyê li hember êrîşên Rûsyayê."

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Almanya ya li Bexdayê ji bo piştevaniya Ukraynayê û nîşandana dijayetiyê li hember êrîşên Rûsyayê, ala Ukraynayê li ser balyozxaneyê daliqand.

Di daxuyaniyekê de Balyozxaneya Almanya ya li Bexdayê ragihand: “Êrîşên Putin bo ser Ukraynayê nîşaneya têkçûnê ne, êrîşên wan jî rasterast tenê bo ser Ukraynayê nîne, bo ser rêxistinên navdewletî ye.”

Balyozxaneya Almanyayê dibêje: “Em nikarin bêdengiyê hilbijêrin, em ji hemû aliyan daxwaz dikin ku helwesta xwe nîşan bidin û piştevaniya Ukraynayê bikin, loma me ala Ukraynayê li ser balyozxaneyê daliqand.”

Îro roja nehem, êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê didome û heta niha zêdetirî milyonek Ukraynî ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê aware bûne.