Aborînas: Berfirehkirina gemaroyên li ser Rûsyayê dê zirarê bigehîne Tirkiyê jî

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Piştî operasyona Rûsyayê ya li ser Ukranyayê ku 9 roj bi dawî bûn weke hemû cîhanê ji aliyê rayagiştî ya Tirkiyê ve jî yek ji mijara tê nîqaşkirin bandora karîgerkirin û berfirehkirina gemaroyên bo ser Rûsyayê ya li ser aborî û enerjiyê ye. Beşek aborînasên Tirkiyê dilgiran in ku berfirehkirina gemaroyan dê zirareke mezin bigehîne Tirkiyê. Lê beşek aborînas jî dibêjin ji bo Tirkiyê di heyameke dirêje de derfetên mezin hene di warê enerjiyê de.

Operasyona Rûsyayê ya ku li ser Ukranyayê daye destpêkirin 9 roj li pey xwe hiştin. Li gel vê yekê di her warî de karîgerkirin û berfirehkirina gemaroyên ser Rûsyayê jî yek ji mijara sereke ya rojeva Cîhanê ye.  Ji berk u bi her awayî pêwendiyên wê li gel Rûsya û Ukranyayê hene ev mijar di rojeva Tirkiyê de jî mijareke sereke ye. Ji ber vê çendê bêderfetî û derfetên berdewamiya şer û berfirehkirina gemaroyan di warê enerjî û aborî de ji bo Tirkiyê çi ne ev mijar jî din ava pisporên Tirkiyê de bi berfirehî tê nîqaşkirin

Bi boçûna aborînas û pipsora Enerjiyê Dr. Merve Ulusoy Karacabey berfirehkirina gemaroyên bo ser Rûsyayê di heyameke nêzîk de di her mijarê de zirara Tirkiyê ye

Dr. Merve Ulusoy Karacabey ji K24ê re got: “Bi teqezî em dikarin bibêjin ku ev şerê heyî ji bo aboriya Tirkiyê dezavantaj e. Ji xwe ji ber veyrosa koronayê aboriya Tirkiyê şikestinek mezin xweribû. Niha jî Rûsya û Ukranya ku ji bo me di warê geştiyarî, enerjî û çandiniyê de deriyê dehateke mezin in şer dikin. Gel vê yekê NATO, Amerîka û Ewropa jî gemaroyan ser Rusyayê karîger dikin. Ger ev gemaro jî berfireh bibin di heyameke nêzîk de di her warî de rewşeke aloz li pêşiya Tirkiyê heye.”

Beramberê vê yekê aborînas prof. Dr. Abuzer Pinar jî dibêje êdî hevsengiyên heyî yên enerjiyê temamî diguhere û di egera lawazbûna Rûsyayê de dê gellek xetên enerjiyê li ser Tirkiyê bo Ewropayê biçe. Ev yek jî bo Tirkiyê derfeteke mezin e.

Prof.Dr. Abuzer Pinar dibêje: “Çarçoveyeke gelek berfireh ya gamaroyan hatiye karîgerkirin li ser Rûsyayê. Û Rusyayê jî evqas çaverê nedikir. Şer bi dawî bibe jî dê banor û nîqaşên vê heta heyameke dirêj berdewam bike. Ji ber vê çendê ger Tirkiye polîtîkayeke rast birêve bibe û bandora Rûsyayê lawaz bibe; enerjî û xaza li deryaya naverast, Îran, Azerbayca, Iraq û taybetî ya Herêma Kurdistanê dê li ser Tirkiyê bo ewropayê bê rêkirin. Helbet di heyameke dirêj de ev jî derfeteke mezine bo Tirkiyê.”

Li gel van geşedanan wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawişoglu di lûtkeya NATOyê ya Brûkselê ya wezîrên karên derve de ragihand ku ew ê politikaya xwe ya hevsengiyê di navbera Rûsya û Ukranyayê de berdewam bikin û ew beşdarî gemaroyên li ser Rûsyayê tên karîgerkirin nabin.