Şandeke PDKê derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de ligel Helbûsî civiya

Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê îro pêşwazî li şandeke PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî û şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dawî pêşhatên Iraqê guftûgo dikin.

Nivîsgeha Ragihandina Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî aşkere kir, wan îro pêşwazî li şandeke PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî kir.

Diyar kir jî, ligel şandeke PDKê behsa dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê qonaxa bê kirine û tekezî li ser girîngiya temamkirina pêngavên destûrî kirine.