Şerê Rûsya û Ukrayna bazirganiya karsazên Stenbolê da rawestandin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Şerê navbera Rûsya û Ukraynayê dibe sedema rawestandina karê bazirgan û hinardekaran. Li herêma Lalelî ya Stenbolê ku salane ji zêdeyî 7 milyar dolar hinardekirina cil û bergan bo wan her du welatan tê kirin, lê niha ji ber şer hinardekirina berheman hatiye rawestandin û di nav hefteyekê de karê 200 milyon dolar betal bû. Metirsiya bazirganan ew e ku bi berdewamiya şer ev zirara heyî zêdetir bibe.

Ev der herêma Lalelî ya Stenbol e ku wek navenda bazirganiya cil û bergan bo Tirkiye, Rûsya û Ukraynayê tê zanîn.

Ji zêdeyî 7 hezar dikandar li Laleliyê hene û piraniya wan li gel Rûsya û Ukrayna kar dikin.

Cil û bergên ji vir tên amadekirin bo Rûsya û Ukrayna tên şandin lê belê piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê hilberîna cil û kincan hatin rawestandin, peyman û girêbestên berê jî hatin betalkirin. Ev jî bûye sedema ziyaneke mezin a maddî.

Hinardekar Ahmed Aldemîr ji K24ê re got: “Em berhemên xwe ji Rûsya û Ukraynayê re difiroşin. Nîvî mişteriyên min ji van her du welatan e. Niha şer heye û ji ber şer nikarin werin vir û kirînê bikin, em jî nikarin tiştekî bişînin. Ji ber vê bazirganiya me kêm dibe û niha ji zêdeyî ji%50 karê me daketiye. Em jî dixwazin şer were rawestandin. Çimkî şer zirarê dide hemû kesan.”

Ji devera Laleliyê salane bo Rûsya û Ukraynayê zêdetir 3,5 milyar dolar hinarde tê kirin û ji zêdeyî 50 hezar kes li Laleliyê debara mala xwe dikin. Lê niha dikandar û hinardekar ji ber berdewamiya vî şerî gelek metirsîdar in.

Bazirgan Engîn Dogan dibêje: “Ev şer dibe sedema bidawîbûna karê me bazirganî. Çimkî ji%90 karê bazirganên Laleliyê li gel Rûsya û Ukraynayê ye. Ev hefteyek e ji ber vî şerî me qed kar nekir. Piştî vî şerî kes nikare bi rê keve, çûnûhatin nîn e. Berhemên ku berê ji me hatibûn xwestin, hemû hatin betalkirin. Hilberîn bi temamî hat rawestandin. Em ketine tengasiyeke mezin. Ez ji rewşa niha gelek bê hêvî me ku di proseya pandemiyê de ewqas bê hêvî nebûbûm.”

Bazirganên bi salan e li Laleliyê kar dikin amaje dikin berê ji ber daxistina firokeya Rûsyayê ya ji hêla Tirkiyê ve li ser sînorê Sûriyê krîzeke rû dabû lê şerê niha ji ya krîzê berê zirareke zêdetir daye wan.

Bazirganên Laleliyê amaje dikin, piştî destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê di nava hefteyekê de bazirganiya 200 milyon dolar hat betalkirin. Metirsiya bazirganan ew e ku bi berdewamiya şer zirarê wan zêdetir bibe.