Wezîrên Derve yên Rûsya û Ukraynayê dê li Antalyayê bicivin

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand; Sergey Lavrov dê beşdarî lûtkeya sêalî ya li Antalyayê bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê piştrast kir; Sergey Lavrov dê sibe li Tirkiyê bi Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba re bicive.

Piştî êrîşa li ser Ukraynayê ku di 24ê Sibatê de dest pê kir, ev dê bibe civîna di asta herî bilind a di navbera rayedarên her du welatan de.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Bi destpêşxeriya Tirkiyê, tê plankirin Lavrov û Kuleba hevdîtinê pêk bînin.

Civîna ku biryar e Antalyayê were kirin, dê bi beşdariya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu be

Ev yek di demekê de, di hevdîtinên di navbera şandên danûstandkar ên Ukraynayê û Rûsyayê de heta niha tu pêşketin çênebûne.