Şandeke Iraqê ji bo vegerandina 800 malbatên DAIŞê serdana kampa Holê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Parlamentoya Iraqê ji bo vegerandina 800 malbatên çekdarên DAIŞê, serdana Rojavayê Kurdistanê dike.
Li gor nûçeya “Şefeq News”, îro 09.03.2022an şandek ji herdu lijneyên asayîş û koç û koçberan a Parlamentoya Iraqê geheştiye kampa Holê ya li Hesekê.
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ragihand; şandeyê navê 800 malbatên çekdarên DAIŞî tomar kirine û dê wan vegerîne Iraqê û li kampa Ceda ya li Mûsilê bi cih bike.
Şêrwan Duberdanî got: “Piştî temambûna rêkarên vegeradinê, ew 800 malbat li ser daxwaza wan, li ser çend daneyan dê ji bo Iraqê bên vegerandin.”
Sala borî jî, hikûmeta Îraqî bi dehan malbatên Îraqî yên ku zarokên wan endamên DAIŞê ne, ji kampa Holê li Sûriyê vegerandin kampa Ceda li Nînewayê.
Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 57 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.
Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.