Şaxa Ciwanan a CHPê: Kiliçdaroglu dê guhdariya Diyarbekiriyan bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHPê îro ji bo bernameyeke 2 rojan serdana Diyarbekirê dike. Derbarê serdana Kiliçdarglu de Şaxa Ciwanan a CHPê li Diyarbekirê civînek çapemeniyê li dar xist û hat amajekirin ku dê Kemal Kiliçdaroglû ji bo ku guh bide Diyarbekiriyan tê.

Serokê Giştî Yê Partiya Komarî Ya Gel CHPê Kemal Kiliçdaroglû dê serdana Diyarbekirê bike. Kiliçdaroglû dê 10ê Adarê de derbasî Diyarbekir bibe û li vê derê hem wê bi nunerên saziyên sivîl re hevdîtinan bike û hem jî wê tevlî civînek a DÎTAMê bibe.

Kiliçdaroglû gotibû divê em hemû aliyên civakê re rûnin û hevdu fihêl bikin.

Di çarçoveya van gotinan de dê mexdurên girtîgeha Diyarbekirê re jî hevdîtinan bike. Serokê CHP Kiliçdaroglû dê 2 rojan li Diyarbekirê be û paşê dê derbasî Sêweregê bibe.

Tê pêşbînîkirin ku Kiliçdatoglu li Diyarbekirê derbarê çareseriya pirsa Kurd de peyamên girîng bide.

Şaxa Ciwanan a CHPê bi civîneke çapemeniyê da zanîn ku serdana Kiliçdaroglu ya bo malbatên ber deriye HDPê di çalakiyê de ne hîn ne diyar e û dibe ku Kiliçdaroglu li gel Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî jî hevdîtinek pêk bîne.

Şaxa Ciwanan a CHPê da zanîn ku armanca hatina Kiliçdaroglu guhdariya Diyarbekiriyan bike û bizane ku Diyarbekirî çi dixwazin.