Roja Cilûbergên Neteweyî

Merasîma Roja Cilûbergên Neteweyî li navenda perwerdehiyê ya Komelgeha Şehîd Faxir Mêrgesorî - Wêne: Rêbaz Siyan
Merasîma Roja Cilûbergên Neteweyî li navenda perwerdehiyê ya Komelgeha Şehîd Faxir Mêrgesorî - Wêne: Rêbaz Siyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê ji bo vejandina cilûbergên Kurdî, her sal roja 10ê Adarê wekî “Roja Cilûbergên Neteweyî” tê pîrozkirin. Ji bo vê roja taybet jî, gelek kes cilûbergên Kurdî li xwe dikin.

Cilûbergên Kurdî, cilûbergên neteweyî yên gelê Kurd û Kurdistanê ne. Ji Herêmekê bo herêmeke din guhartin, lê bi giştî ji bo jinan fîstan û kirasên dirêj ên rengîn in, ji bo mêran jî şelwer şal û şapik in.

Cilûbergên Kurdî, di cejnên neteweyî yên weke Newrozê û yên din de jî gelekî tên lixwekirin.

Li Herêma Kurdistanê navê vê rojê, Roja Cilê Neteweyî ye, anku pêkhateyên din yên neteweyî jî di vê rojê de cilûbergên xwe yên neteweyî li xwe dikin.

Li dibistanênên Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Cilê Kurdî, salane merasîmên taybet tên sazkirin û mamoste û xwendekar cilûbergên Kurdî yên neteweyî li xwe dikin.

Roja Cilê Neteweyî