Hikûmeta Iraqê hawirdekirina mirîşk û hêkên Kurdistanê qedexe kir

Hikûmeta Iraqê biryar da nehêle berhemên mirîşkan ji Kurdistanê derbasî bajar û parêzgehên Iraqê bê kirin.

Hewlêr (K24) - Hikûmeta Iraqê biryar da nehêle berhemên mirîşkan ji Kurdistanê derbasî bajar û parêzgehên Iraqê bê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje, dê şandekê bo vê meselê bişînin Bexdayê.

Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ragihand; wan biryar dane berhemên mirîşkan (hêk, goşt û mirîşkên zindî) ku ji Kurdistanê derbasî deverên din yên Iraqê dibin, qedexe bikin. Herwiha diyar kiriye ku wan ev biryar “ji bo berjewendiyên giştî” dane.

Berpirsê Giştî yê Samana Ajal yê li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Fîras Sidîq li ser vê mijarê ji K24 re ragihand; ev biryara hikûmeta Iraqê ziyanê li bazirgan û xwedan kargehên mirîşkan ên li Kurdistanê dide.

Fîras Sidîq da zanîn ku ji ber wê jî wan şandek amade kirine dê di demek nêzîk de bişînin Bexdayê bo çareserkirina vê krîzê.