Li Qeterê bi beşdariya Herêma Kurdistanê pêşangeha çandinî û jîngehê hat vekirin

Nûnerên Desteya Veberhênan û Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê bi Ala Kurdistanê beşdar bûn.

Hewlêr (K24) – Li Qeterê bi beşdariya zêdetirî 650 kompaniyên navedewletî û herêmî, pêşangeha çandinî û jîngehê hat vekirin.

Li pêşangeha Qeterê, cara yekem nûnerên Desteya Veberhênan û Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê bi Ala Kurdistanê beşdar dibin û cihekî taybet jê re hat dabînkirin, ku 8 kompaniyên mezin ên çandinî û pîşesaziyê yên li Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Armanca vê pêşangehê nimayîşkirina kelûpelên çandinî û jîngehdostiyê yên kompaniyên mezin ên cîhanê ye û herwiha danûstandina fikr û ramanan û bihêzkirina hemahengiya navbera kompanî û nûnerên welatan e.

Li pêşangeha vê carê ya Qeterê, nûnerên Desteya Veberhênan û Wezareta Çandiniyê bi berfirehî beşdar bûn û ji bo bihêzkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatan, çendîn hevdîtin û civîn ligel kompaniyên mezin ên warê çandiniyê yên cîhanî encam dan.

Pêşangeha Çandinî û Jîngehê ya Qeterê ji 10ê Adarê heta 15ê Adar didome û hemû kompaniyên beşdar, bi berhemên xwe yên çandinî û samana ajal û jîngehê amade ne.