Kiliçdaroglu: Em ê pirsgirêka Kurd li parlamentoyê çareser bikin

Serokê Giştî yê CHPê ligel şandeke parlementer û rayedarên CHPê bo dema du rojan serdana Diyarbekirê kir.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Diyarbekirê got; li gorî Erdogan pirsgirêka kurd nîne, lê gelo we ji welatiyan pirsiye ka ev pirsgirêk heye an nîne? Em neçar in ku hevdû fihêl bikin. Kiliçdaroglu li Mala Dengbêjan guhdariya kilaman jî kir.

Serokê Giştî yê Partiya  Komarî ya Gel CHPê Kemal Kiliçdaroglu, ligel şandeke parlementer û rayedarên CHPê bo dema du rojan serdana Diyarbekirê kir. Kiliçdaroglu peyamên çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên civakî û abûrî da.

Kemal Kiliçdaroglu got; li gorî Erdogan pirsgirêka kurd nîne û wan çareser kiriye, lê gelo we ji kesên ku pirsgirêkê dijîn pirsiye ka ev pirsgirêk heye an nîne? Û got; ew dê pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasî di parlementoya Tirkiyeyê de çareser bikin.

Kiliçdaroglu diyar kir: “Pirsgirêkên ku îro li Tirkiyeyê hene pirsgirêkên hevpar yên her kesî ne. Demokrasî mifteya çareserkirina pirsgirêkan e. Divê em rûnin û biaxivin, divê em nebêjin ez çi bêjim dê ew be.  Divê em hevdu fihêl bikin. Divê em û malbatên qurbaniyên Roboskiyê hevdû fihêl bikin. Em dizanin gelek pirsgirêk hene, em ji bo demokrasî û mafên mirovan hatine vêderê. Êşkenceyên li zindana Diyarbekirê nehatine jibîrkirin. Dema em bibin desthilatdar em ê zindana Diyarbekirê bikin muzexaneya mafên mirovan.”

Serokê Giştî yê CHPê bi hevjîna Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî yê hatî kuştin û hevjîna Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê ji kar hatî dûrxistin û zindanîkirin Ednan Selçûk û komek jinên din ên parêzer û nûnerên saziyên civaka sivîl civiya  û pirsgirêk gotûbêj kirin.

Parêzer Nurcan Kaya got; wan ji CHPê û Kemal Kiliçdarolu û her şeş partiyên opozîsyonê xwestiye ku di dema desthilatdariya wan de pirsgirêka kurd û pirsgirêkên mafên mirovan çareser bikin.

Nurcan Kaya ji K24ê re ragihand: “Me li ser maseyê behsa pirsgirêka kurd û pirsgirêkên mafên mirovan kir. Me xwest ku dema CHP bibe desthilatdar van pirsgirêkan bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike. Kiliçdaroglu jî guhdariya me kir û pêşniyarên me qeyd kir.”

Kiliçdaroglu, li bazara nava Sûrê jî geriya û guhdariya dikandar û bazirganan kir. Welatiyan gilî û gazindên xwe yên ji rewşa xirab a abûriyê anîn zimên. Kemal Kiliçdaroglu li Mala Dengbêjan guhdariya stran û kilaman kir.

Parlementerê CHPê Velî Agbaba rexne li rê û rêbazên pêvajoya çareseriyê girt û got; navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd parlementoya Tirkiyeyê ye.

Velî Agbaba ji K24ê re diyar kir: “Diyarbekir navendeke girîng e. Çavên Tirkiyeyê li vir in. Em dixwazin li vî welatî aşitî û biratî serdest be. Divê ti kes ji ber nijad, nasname û çanda xwe cuda neyê dîtin. Em dibêjin; navnîşana hemû pirsgirêkan û pirsgirêka kurd parlementoya Tirkiyeyê ye.”

Li gorî encamên hilbijartina giştî ya 2018an CHPê li Diyarbekirê %2,34ê dengan bidest xist. CHP dixwaze pêdaçûneke li siyaseta xwe ya derbarê kurdan de bike û rêjeya dengên xwe zêde bike. Ji bo vê yekê jî serdanên xwe yên bo Bakurê Kurdistanê zêde kirine.