Li welatekî cîranê Herêma Kurdistanê erdhej rûda

Medyaya Îranê ragihand; li bajarê Mîhranê yê li başûrê welat, erdhej rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îranê ragihand; li bajarê Mîhranê yê li başûrê welat, erdhej rûda. Li ser ziyanên ji ber erdhejê hîn zanyarî nehatine belavkirin.

Li gor zanyariyên medyaya Îranê, erdhejek bi hêza 3.5 pile li bajarê Mîhranê yê li başûrê herêma Îlamê rûdaye.

Medyaya Îranê ragihand ku erdhej 10 kîlometre di kûrahiyê de qewimiye. Derbarê ziyanên ji ber erdhejê de zanyarî nehatine belavkirin.