Li sê bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Li parêzgehên Mûş, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê îro 11ê Adarê dibistan hatin girtin.
Ji ber berfê dibistan hatin girtin
Ji ber berfê dibistan hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgehên Mûş, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê îro 11ê Adarê dibistan hatin girtin.

Pêleke barîna berfê li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye û ji ber zehmetbûna hatin û çûna di rêyan re, qutbûna rêyên hin gundan û herwiha daketina pileya hewayê, li hin parêzgehan dibistan bo rojekê hatin girtin.

Parêzgariya Mûşê ragihand, berfê bandoreke nerênî li ser jiyanê kiriye û li tevahiya parêzgehê îro 11ê Adarê perwerde hatiye rawestandin. Herwiha destûr bi karmendên hikumî yên ducanî û yên kêmendam hat dayîn ku neçin ser kar.

Parêzgariyê Muşê derbarê mij, aşût û qeramê de jî hişyarî da welatiyan.

Di daxuyaniyekê de Parêzgariya Colemêrgê jî ragihand, ji ber berfa zêde li navenda Colemêrg û navçeya Geverê, îro dibistan hatin girtin. Li gor daxuyaniya parêzgariyê, li Colemêrg û Geverê destûr bi karmendên hikumî yên ducanî û yên kêmendam hatiye dayîn ku neçin ser kar.

Parêzgeriya Bedlîsê jî daye xuyakirin, ji ber berfê îro li navenda bajêr û gundên ser bi bajêr ve perwerde hatiye rawestandin.

Herwiha ji ber bandora berfê li Bakurê Kurdistanê ji roja Pencşemê ve li sînorên parêzgehên Wan, Bedlîs, Colemêrg û Muşê berfê rêyên 683 gundan girtiye.