52 sal berî niha Bexda hat neçarkirin ku mafên Kurdan qebûl bike

Cara ewil bû ku desthilatdarên Iraqê bi fermî mafên Kurdan qebûl kirin.

Hewlêr (K24) – 52 sal di ser rêkeftinnameya 11ê Adara 1970an re derbas bûn, di wê rojê de desthilatdarên Bexda hatin neçarkirin ligel şoreşa Kurdistanê rêkeftinê bike, ku weke Şoreşa Îlonê tê nasîn û mafên Kurdan hatin qebûlkirin.

Her çiqas rêkeftin bi temamî nehat cîbicîkirin, lê cîbicîkirina beşek ji rêkeftinê  destkefteke mezin bû, bi taybetî di warê xwendina bi zimanê Kurdî de.

Rêkeftin di encama du sal gotûbêjên sift ên navbera serkirdetiya siyasî ya Kurd û hikûmeta Iraqê de hate bidestxistin, ku herî dawî bi rêkeftinnameyeke 15 xalî bi dawî bû. Li qadeke bajarê Bexdayê bi amadebûna Serokê wê demê yê Iraqê û Serok Barzanî û Îdrîs Barzanî û şandên danûstankar ên herdu aliyan, ew rêkeftin weke destkefta hemû Iraqê hat ragihandin.

Gotûbêjên navbera Şoreş û Partiya Be's gihîştin qonaxeke nû ya dariştina madeyên rêkeftinê heta derengê şevê dirêj bû, demjimêr 23:30ê şeva 10/11ê Adara 1970, Mela Mistefa Barzaniyê Nemir û Sedam Husên îmze kirin.

Li gor rêkeftinê;

- Pêwîst bû di destûrê de weke neteweya Ereb amaje bi neteweya Kurd jî were kirin.

- Gelê Iraqê ji du neteweyên sereke pêk tê, neteweya Ereb û neteweya Kurd, di destûrê de mafên netewî yên Kurdan û mafên hemû kêmneteweyan hat nasîn di çarçoveya yekîtiya Iraqê de.

- Zimanê Kurdî li cem zimanê Erebî, li deverên ku piraniya nişteciyên wan Kurd in, bû zimanê perwerdehî û fêrkirinê.

- Divê cîgirekî Serokomar Kurd be.

- Gelê Kurd bi rêjeya nişteciyên xwe li gor nişteciyên Iraqê, beşdarî desthilata yasan bibe.

Ji bo Kurdan otonomî:

- Beşdarbûna Kurdan di desthilatê de û nekirina cudakariyê di navbera Kurd û Ereban de.

- Ji ber dûrxistina wan di rabirdûyê de Kurdan ji perwerde û fêrkirinê zirar dîtine, ji vî alî ve planek ji bo çareserkirina vê kêşeyê were danîn.

- Ji bo deverên otonomiyê serjimêrî were kirin.

- Vegerandina xwendekarên ku ji dibistanan hatine dûrxistin, an ji ber tundiya li deverên xwe, neçar bûne ku dev ji xwendinê berdin.

- Li televîzyonên hikûmetê weşana bernameyan bi zimanê Kurdî jî hebin û girîngî werin dayîn.

- Qebûlkirina xwendekarên Kurd li zanîngeh û peymangehan û dayîna derfeta xwendinê bi rêjeyeke adilane li derve û li navxwe.

- Berpirs û fermanberên li yekeyên îdarî ku piraniya wan Kurd in, divê Kurd bin, an ji wan kesan bin ku Kurdî baş dizanin.

- Vegerandina Kurdan bo erd û zeviyên xwe û cihên ku berê lê bûn.

- Bilezkirina pêkanîna yasaya çaksaziya çandiniyê li Kurdistanê û sererastkirina bi awayekî ku paktawkirina pêwendiyên derebegî misoger bike û hemû cotkar parçeyên erdên guncaw ji wan re werin dayîn.

Rêkeftina 11ê Adarê destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû bi rêberiya Mistefa Barzanî ji bo mafên rewa. Ew rêkeftin bûye belgenameyeke yasayî û dîrokî û kevirê bingehê yê hemû destkeftên ku piştre ji bo gelê Kurdistanê pêk hatin.