Kurdek li Stenbolê 52 sal in bê nasname dijî

Ji ber nasnameya wî tune xwe wek “saxekî mirî” dibîne
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Kurdekî Mûşî ku li Stenbolê niştecî ye, ev 52 sal e bê nasname dijî û ji ber nebûna nasnameyê nikare here nexweşxaneyekê jî. Dê û bavê wî kesî jî ku wek fermî nehatine tomarkirin hêj ew zarok bûn mirine, loma ew kes di fermiyetê de hebûna xwe nikare îsbat bike û xwe weke “saxekî mirî” dide pênasekirin.

Her dema gavên xwe li derve diavêje bi tirs û endîşeyan diavêje û bi metirsiya girtinê dimeşe.

Hisên Dukşen ji K24ê re diyar kir: “Ji ber tunebûna nasnameya min, gelek caran ez hatim desteserkirin, di hepsê de demekê mam. Piştre nasekî, mixtarekî tê dibêje; ‘Ez nas dikim’ û bi vî awayî min berdidin.”

Hisên Dukşen ê 52 salî ku xelkê Melezgîra Mûşê ye û li Stenbolê dijî, lê heta niha nasname jê re nehatiye derxistin.

Dê û bavê Hisên hêj zarok bûn diçin rehma Xwedê. Dê û bav zemanê berê nekariya li gund nasname ji xwe re derxin, Hisên jî bê nasname mezin dibe. Hisên, ji ber nebûna nasnameyê xwe weke “saxekî mirî” dide pênasekirin. 5 zarên wî hene lê ji ber nebûna nasnameyê di fermiyetê de ew zar ne yên wî ne.

Hisên Dukşen dibêje: “Îskeleta min heye lê ez weke mirî me. Ji ber nasnameya min tune, ez nikarim li wesayîtekî siwar bim, nikarim di rê de herim, nexweş bikevim nikarim herim nexweşxaneyê. Ez zewicî me 5 zarokên min hene, zarokên min tev li ser dayika xwe qeydkirî ne. Nasnameya wan li ser dayika wan e. Ez nikarim bêjim zarên min in jî.”

Hisên bê nasname dijî, gelek caran serî li saziyên pêwendîdar daye da ku nasnameyek jê re were derxistin. Lê belgeyeke demkî ji wî re hatiye dayîn ku di nav xelkê de wek belgeya “bê welat e” tê pênasekirin.

Hisên Dukşen dibêje: “Ez welatiyê vî welatî me. Kesên ji Sûriyê, Afxanîstan, Efrîqayê hatine bûne xwediyê nasname, ez nebûme xwediyê tu tiştî. Ez çûme kuderê ew derî ser min de hatiye girtin.”

Di serlêdana wî ya herî dawî de ji hêla dozger ve biryar hatiye dayîn ku gora dê û bavê Hisên wê werin vekirin û di ser hestiyên wan re hin testên bijîşkî dê bên kirin, eger di encama wê testê de xwîna wan hevdu bigire nasnameyek bo Hisên dê bê derxistin.