Ehmedînîjad: Dixwazin Tirkiye bikin 3 û Îranê jî bikin 6 perçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê berê yê Komara Islamî ya Îranê Mehmûd Ehmedînîjad radigihîne, welatên zilhêz dixwazin Tirkiye bikin sê perçe, Erebistana Siûdî bikin çar û Îranê jî bikin şeş perçe.

Serokomarê berê yê Komara Islamî ya Îranê Mehmûd Ehmedînîjad di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Independent a beşa Tirkî de diyar dike; welatên zilhêz xwedî bernameya perçekirina welatên bihêz ên Rojhilata Navîn in.

Li gor Ehmedînîjad, welatên zilhêz girêdayî welatên bihêz ên Rojhilata Navîn xwedî bernameyek nexêr in. Xwedî nexşerêyeke taybet a perçekirina van welatan in.

Ehmedînîjad dibêje: “Dixwazin Tirkiye bikin sê perçe, Erebistana Siûdî bikin çar û Îranê jî bikin şeş perçe. Bi vî awayî, dixwazin van welatan lawaz û biçûk bikin. Ev nexşerêya welatên zilhêz e. Çareya vê yekê jî, yekgirtina welatên herêmê ye.”