Dengvedana êrîşa mûşekî di medyaya cîhanî de

Êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê û ziyana gihîştî avahiya Kurdistan24 li medyaya cîhanê deng veda.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê û ziyana gihîştî avahiya Kurdistan24 li medyaya cîhanê deng veda. Hejmarek ji kanal û ajansên cîhanî behsa bûyerê kirine û amaje qebareya ziyana ku gihîştin avahiya Kurdistan24 kirine. Ji aliyê xwe ve saziya Kurdistan24 spasiya tevahiya aliyên pêwendîdar kir ku çi bi riya gihandina peyaman yan bi serdana xwe li selametiya karmendên Kurdistan24ê pirsîn.

Êrîşa mûşekî ya li ser avahiya Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê ziyaneke mezin a madî gihande avahiya Kurdistan24ê.

Hejmarek ji mûşekên ku hatibûne avêtin li ser konsulxaneya Amerîkî li nêzîkî avahiya Kurdistan24 ketibûn, ti ziyanên canî jê peyda nebûn lê bihêziya ketina wan mûşekan ziyaneke mezin gihande avahiya saziyê.

Bûyera ketina mûşekan û êrîşa li ser avahiya konsulxaneyê li medyaya cîhanî deng veda.

New York Post belav kiriye ku Konsulxaneya Amerîkî bi mûşekên balîstîk hatiye armanckirin û behsa ziyanên ku gihîştin avahiya Kurdistan24 jî kiriye.

Deutsche Welle ya Almanî jî belav kiriye ku hejmarek ji mûşekan li Hewlêrê ketine.

Ev bûyer di medyaya Erebî de jî deng veda, Rûsya El Yewm jî dîmenên wêraniya di nava Kurdistan24ê de belav kirine û nivîsindiye mûşekên ji derveyî sînor li Hewlêr ketine.

Rojnameya Şerq El Ewset jî dîmenên ziyanên ku ghişitîn avahiya Kurdistan24 belav kirine û di nûçeya xwe de peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  nivîsandiye ku gotibû Hewlêr xwe ji tirsonekan re naçemîne, herwiha amaje bi piştevaniya Kazimî û Sedr ji bo Hewlêrê kiriye.

El Erbiye jî ragihandiye ku mûşek ji Îran hatine avêtin û Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê kiriye armanc. Herwiha amaje bi ziyanên ku gihişitîn avahiya Kurdistan24 jî kiriye.

Di daxuyaniyeke fermî de jî saziya Kurdistan24 ragihand, ku xweşbextane di bûyera ketina mûşekan de ti ziyaneke canî negihîşt karmendan û welatiyên ku li nêzîkî avahiya Kurdistan24ê bûn.

Kurdistan24 bi pencemora xweya nişitmanî û neteweyî naskirî ye û li vir careke din tekezî li wan perensîp û peyama xwe ya pîşeyane dikin ku Kurdistan24 berdewam pê tê naskirin, ew jî gihandina peyam û dengê Kurdistaniyan e.

Kurdistan her dem aram û avedan be.