Nêçîrvan Barzanî ligel Şêwirmendê Almanya û hejmarek berpirsên bilind ên wî welatî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê li Almanyayê ye û biryar e ligel şêwirmend û hejmarek berpirsên pilebilind ên hikûmetê wî welatîbicive.

Peyamnêrê K24ê li Almanyayê da zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî êvarê bi serkatiya şandekê ku gihîşt Berlînê, Paytexta Almanyayê.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, Serokê Herêma Kurdistanê dê ligel 3 wezîrên Almanyayê bicive, ew jî Wezîrê Aborî bo Karûbarên Geşepêdanê, Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve û Wezîrê Aborî yê bo Karûbarên Keşûhewayê ne.

Her li gorî zanayariyên peyamnêrê me, Serokê Herêma Kurdistanê îro demjimêr 3:00 piştî nîvro bi dema Hewlêrê, ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û hejmareke berpirsên Almanyayê dicive û pêwendiyên aborî û siyasî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de, pirsa penaberan û çend pirsên din gotûbêj dikin.

Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, “Serokê Herêma Kurdistanê dê di hevdîtinên xwe yên li Almanyayê de, pêşxistina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Almanyayê, berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş, rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî ligel serkirdayetî û berpirsên Almanyayê gotûbêj bike.”