Serok Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropa encamên êrîşa li ser Hewlêrê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Phil Variola kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 14/3/2022an pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Phil Variola kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê pêzanîna wî ji bo rola cenabê Barzaniyê Memir di xebata gelê Kurdistanê de hebû, ji bilî tekezkirina li ser dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê, nîgeraniya xwe ya kûr li hember êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê nîşan da û dubare kir ku armaniya pêgeha Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo Yekîtiya Ewropa cihê girîngiyeke mezin e.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên destûrî yên ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê hatin guftûgokirin û herwiha hokar û encamên êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê û hewldanên têkdana aramiya wê hatin behskirin.

Gefên terorê û çareserkirina hokarên koç û koçberan, babetên din ên hevdîtinê bûn.