"Parastina aramiya Herêma Kurdistanê parastina aramiya Rojhilata Navîn e"

Nerazîbûn û bertekên tund li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî êrîşên li ser Hewlêrê tên nîşandan.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Piştî di şeva ku 12ê Adarê bi 13ê Adarê ve girê dide, êrîşek li Hewlêr a paytextê Herêma Kurdistanê pêkhat û Kurdistan24 jî bû armanca wê êrîşê;  nerazîbûn û bertekên tund li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî wan êrîşan tên nîşandan.

Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya, êrîş şermezar kir û daxwaza saxî û silametiyê ji bo rêvebiriya Herema Kurdistanê, gelê li Herêma Kurdistanê û Kurdistan24’ê kir.

Mehmet Kaya diyar kir: “Piştî êrîşên şerê Ukranya û Rusyayê, metirsiyên bi vî rengî ji aliyê pisporan ve dihat bilêv kirin. Jixwe lixwegirtina wan êrîşan a Îranê jî nîşan dide ku li Rojhilata Naverast jî hewlên guhêrtina hin hevsengî û hemahengiyan tên dayîn. Em hewldanên guhartina hevsengiyan ên bi vî rengî şermezar dikin. Îran di serdema referandomê de jî helwesteke heman nîşan dabû û êrîşî Herema Kurdistanê kiribû. Bi qanata min beriya diyarkirina Serokomarê Iraqê ev jî hewlaneke bi heman awayî ye."

Kaya herwiha destnîşan kir: "Her kes dizane ku ev êrîşa ne bi ser Amerîka û îsarîlê de hatiye kirin. Li gelek xalên din baregehên Amerîka hene, ew êrîş bi ser Kurdan de hat kirin. Loma jî divê Tirkiye û dewletên herêmê jî li hember van hewldanan yekrêziyên parastina aramiyê peyda bikin. Yanî bi dîtina min divê Tirkiye jî vê bûyerê rast bixwîne û taybetiya pêwendiyên xwe yên bi Kurdan re bibîne.”

Rayedarên Partiya desthilatdariya Tirkiyê Ak-Partiyê jî di nav de, partiyên siyasî jî êrîşê şermezar kirin.

Serokên Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVA yê Diyarbekirê Cîhan Ulsen da zanîn ku êrîş bi xwe ciyê metirsiyê ye û divê bi herhal bê şermezar kirin.

Cîhan Ulsen destnîşan kir: “Em êrîşa ku hatiye kirin şermezar dikin. Her çi sedem û hêncet bê nîşandan jî, armanckirina Kurdistan24 nayê qebûl kirin û ciyê şermezariyê ye. Divê hewesteke yekrêz jî li hember êrîşên wiha bên nîşandan. Dezgeh û xebatkarên medyayê xwedî statuyeke parastî ne û di serdemên şer de jî wek tenduristkar û saziyên alîkariyên mirovî divê bên parastin. Em vê êrîşa ku Herêma Kurdistanê û dezgeha medyayî Kurdistan24 kiriye armanc şermezar dikin.”

Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partî) yê Diyarbekirê Aydin Altaç jî bal kişand ku têbirina aramiya li herema Kurdistanê, metirsiya zêdebuyîna tunediyên li hemû herêmê jî peyda dike.

Aydin Altaç diyar kir: “Em êrîşa bi moşeka ya li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin şermezar dikin. Wek Partiya Gelecekê bi wê êrîşa bi ser Herêma Kurdistanê ve hat kirin xemgîn bûn. Çimkî em dizanin ku li Herêma Kurdistana Iraqê aramî hebe, li herema Rojhilata Navîn giştî jî aramî dikare pêk were. Lê heger ku wê derê aloz bibe û şer rû bide jî dê hemû hewildoriya me û Rojhilata Navîn hemû jî bi ber şer û aloziyan bikeve. Loma jî em daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê jî dikin ku ji bo aramiya Herêma Kurdistana Iraqê çi pêwîst be bike û piştgiriyên pêwîst yên diplomatîk û siyasî jî bide.”

Partiyên siyasî û saziyên sivîl, bal kişandin ku êrîşên bi vî rengî, aşitî û aramiya hemû cîhanê jî dikin bin metirsiyan û divê kiryar û êrîşên bi vî rengî dubare nebin.