Atletico Madrîd bilêta “çarîk-fînala Champions League” ji Man United stand

Navenda Nûçeyan (K24) – Atletico Madrîd bilêta derbasbûna bo qonaxa çarîk-fînala Champions League ji mêvandarê xwe Manchester United stand ew ser erdê wê (1 - 0) têk bir. Benfica jî li ser hesabê Ajax Amsterdamê derbasî hema qonaxê bû.

Di gera vegerê ya qonaxa (16) a Champions League de, şev borî Manchester United mêvandariya Atletico Madrîd kir û bi encama (0 - 1) têk çû.

Gola Atletico Madrîd di xuleka (41) de biriya yarîzanê Brazîlî Renan Lodi hat tomar kirin.

Ji ber ku ew her du tîm di gera çûnê de li ser erdê Atletico Madrîd bi encama (1 - 1) wekhev bûn, Atletico Madrîd vê carê jî bi ser ket, derbasî qonaxa bo çarîk-fînalê bû.

Di lîstekeke din jî, Benfica surprîzek kir û bi encam (1- 0) Ajax Amsterdamê têk bir û derbasî qonaxa çarîk-fînala Champions League bû.

Di lîstika pêşî a di gera çûnê de, Benfica li meyadana xwe (2 - 2) bi Ajax Amsterdamê wekhev bûbû.