Çavuşoglu serdana Rûsya û Ukrayna dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana Rûsya û Ukrayna dike. Rûsya jî dibêje, civîna her du wezîran li Moskoyê, ji bo pêşvebirina pêwendiyên aliyan girîng e.

Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu bi serdanake fermî îro diçe Moskoyê û dê bi Wezîrê Derveyê Rûsyayê Sergeh Lavrov re bicive.

Wezaretê da zanîn, mijara sereke ya Çavuşoglu û Lavrov, şerê Ukrayna ye û Rûsya dê derbarê operasyonê, vekirina korîdoran, derxeistina biyanî û sivîlan de zanyarî bide. Her wiha di dema dorpêçiyan de hewl tê dayîn pêwendiyên aborî yên aliyan bên zêdekirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir jî, Çavuşoglu roja Pêncşemê jî dê serdana Ukrayna bike û bi Wezîrê Derveyê Ukrayna re bicive.

Wezareta Derve ya Rûsya jî da xuyakirin, civîna her du wezîran li Moskoyê, ji bo pêşvebirina pêwendiyên aliyan girîng e û di çareseriya pirsgirêkên navdewletî de dê roleke cidî bilîze.