Komkujiya Helepçe li Diyarekirê hat bibîranîn

Partiyên Tifaqa Kurdistanî bi daxuyaniyeke hevpar komkujiya Helepçeyê bibîr anîn
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Komkujiya Helepçe di 34 emîn salvegerê de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê saziyên sivîl, partiyên siyasî û saziyên pişeyî ve hat bibîranîn. Siyasetmedar û rêvebirên saziyên sivîl balê kişandin ku li Helepçeyê jenoside li hember Kurdan hatiye kirin û divê yektiya neteweyan jî wê komkujîyê wek jenoside binase.

Partiyên Tifaqa Kurdistanî bi daxuyaniyeke hevpar komkujiya Helepçeyê bibîr anîn û hat ragihandin ku ji bo dubare nebûyîna qarasatên bi hheman rengî, divê Kurd û hemû cîhan Helepçeyê jibîr nekin. Beriya ragihandina daxuyaniyên ku li bakûr hatin ragihandin, 2 xulek rêzgirtin ji bo cangoriyên Jenosida Helepçeyên hatin lidarxistin.

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak balê kişand li Helepçe li hember mirovahiyê tawan hatiye kirin û divê Yekîtiya Neteweyan jî vê komkujiya bi kîmyabaranê wek jenosîde nas bike.

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak ji K24ê re got:”Em rojên wiha divê her tim bibîr bînin. Her çiqas ew kesên ku wê buyerê kirine û dane kirin yên wekî Elî Kimyawî û Saddam Huseyîn hatibin cezakirin jî, bes nake. Divê Saziya Yekîtiya Neteweyan jî vê komkujiyê wek jenosîdeke li dijî miletê Kurd nas bike.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ku ji saziyên sivîl, saziyên pişeyî û partiyên siyasî pêktê jî, li ber pêykerê mafên jiyanê yê Diyarbekirê bi daxuyandiyekî şehîdên Helepçeyê bibîranî.

Bedevkê Serdemê yê Konferdarasyona Sendîqayên Kedkaran KESK’ê yê Diyarbekirê Mehmet Candan jî da zanîn ku jîbîr nekîrin û bibîranîna Helepçeyê wek berpirsyariyekî ye.

Mehmet Candan dibêje: “34 sal in em jibîr nakin. 6 hezar 375 kes li wê derê ji aliyê rejîmeke faşist ya baasê ve yekser hatine qetilkirin. Lê heta niha ji 61 hezarî zêdetir kes jî nexweşîn û êş û tedawiyên wê êrişê di can û giyanên xwe de hêst dikin. Yanî divê em bibin yek ji hemû aliyê Kurdistanêve û hemû cîhanê jî bi van rastiyan bihesînin. Yanî li xwe xwedî derbikevin, li zimanê xwe, li dîroka xwe, serok û mezinên xwe xwedî derkevin.”

Partiyên Kurdistanî jî bi daxuyanî û çalakiyên bibîranîna Helepçeyê, balê kişandin ku Kurd, di dirokê de gelek caran bi komkujiyan re rûqal mane û Helepçe hewleke kirkirina Kurda ye ku bi çekên kîmyewî hatine bombebarankirin. Lê miletê Kurd, tune nebûye û berpirsên wan komkujîyan ceza xwe ditîne û dê bibînin jî.