Neteweyên Yekbûyî: Em ligel Kabulê bi fermî tevdigerin

Neteweyên Yekbûyî biryar da, pêwendiya fermî ligel Efxanistanê were avakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekbûyî biryar da, pêwendiya fermî ligel Efxanistanê were avakirin.

Encûmena Asayîşa Navdewletî îro pêncşemê 17ê Adara 2022yan biryar da, pêwendiya fermî ligel Efxanistanê were danîn, tevî ku heta niha di civaka navdewletî de bi fermî hikûmeta demkî ku Tevgera Talîbanê li Kabulê ava kiriye, nehatiye nasîn.

Biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî navê Tevgera Talîbanê nenivîsandiye.

Li gor biryarê, heta dema saleke din, nûnerê siyasî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Efxanistanê karên xwe didomîne.

Çardeh endamên encûmenê deng ji bo biryarê dan, tenê Rûsyayê deng neda.

Îmarata Îslamî ya Talîbanê ku Tevgera Talîbanê serokatiya wê dike, piştî vekişîna artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê di dawiya meha Tebaxa 2021ê de, dest bi ser temamê axa Efxanistanê danî û dawî li şerê çardeh salan a Efxanistanê anî.