Diyarbekir xwe ji bo Newrozê amade dike

Li qada Newrozê ya bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê amadekariyên ji bo Newroza 2022yan bi dirûşma "Dem Dema Serkeftinê ye" didomin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li qada Newrozê ya bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê amadekariyên ji bo Newroza 2022yan bi dirûşma "Dem Dema Serkeftinê ye" didomin.

Peyamnêrê K24ê Hesen Kako ji qada Newrozê ragihand; îsal li Diyarbekirê Newroz bi dirûşma "Dem Dema Serkeftinê ye" tê pîrozkirin û ji bo Newrozê hemû amadekarî têne kirin.

Hesen Kako bal kişand ser wê yekê ku Newroz li Bakurê Kurdistanê bi dirêjahiya hefteyekê li navçe û bajaran tê pîrozkirin û tê çaverêkirin ku li Diyarbekirê beşdariyeke mezin li Newrozê çêbibe.

Li ser rewşa hewayê ya Diyarbekirê di roja 21ê Adarê de, peyamnêrê me eşkere kir ku li gor pêşbîniya Rêveberiya Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyê, roja Newrozê li Diyarbekir %50 baran bibare. 

Hesen Kako destnîşan kir; du daxwazên sereke têne çaverêkirin ku li qada Newrozê derkevin pêş, yek ji wan ew e ku ji welatiyan weke referandumê bê pirsîn "gelo ew zimanê Kurdî weke perwerdehî û fermî dixwazin an na?", daxwaza duyem jî dê ew be ku êdî goşegiriya li ser girtiyan were rakirin û şer û alozî bidawî bibin.

Herwiha eşkere kir ku çend hunermendên navdar dê li qada Newrozê ya Diyarbekirê amade bin, ji wan hunermendan; Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û herwiha hunermendeke naskirî ya ji Fransayê Eleonore Fourniau ku stranên Kurdî dibêje, dê li Diyarbekirê beşdarî şahiya Newrozê bibe.