Ji ber bihabûnê li pêşangeha çandinî û ajalvaniyê danûstandin kêm e

Pêşangeha Çandiniyê li Diyarbekirê berdewam e û xaleke balkêş ya pêşangehê jî ew e ku bihayên traktoran li gorî salên borî 2-3 qat zêde bûne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pêşangeha Çandiniyê li Diyarbekirê berdewam e û xaleke balkêş ya pêşangehê jî ew e ku bihayên  traktoran li gorî salên borî 2-3 qat zêde bûne. Gelek cotkarên ji bo standina traktoran hatine pêşangehê dest vala jê derketin.

13. Pêşangeha Çandinî û Ajalvaniyê ya Diyarbekir a Mezopotamyayê didome û xaleke balkêş a pêşangehê ew e ku bihayên kelupelên çandiniyê li gorî sala borî kêmzêde 2-3 qat zêde bûne.

Makîneyên teknolojiya pêşketî di pêşangehê de tên pêşandan lê ji ber bihayê xwe di destê firoşkaran de dimîne. Bi teybetî traktorên ku pêşketî yên di pêşangehê de tên nîşandan li gorî sala borî nayên firotin. Firoşkar balê dikêşin ku wek mînak traktorek ku sala borî 250 hezar euro bû niha jî 250 hezar euro ye lê ji ber ku nirxê euro-dolar zêde dibe biha jî bilind dibin.

Firoşkarê traktoran Egît Kaplan ji K24ê re diyar kir: “Wek mînak bihayê vê traktorê sala borî 2 trilyon û 5 hezar lîreyê tirkî bû lê biha bihayê wê derketiye 4 trilyonan.”

Firoşkarê kelûpelên çandiniyê Nîzamettîn Demîr jî destnîşan kir: “Bihayê kelûpelan gelek zêde bûye ji ber wê jî cotkar êdî nikarin danûstanê bikin. Ji ber ku bihayê hesin bilind bûye kelûpel jî biha dibin.”

Gelek cotkarên ku ji bo danûstana kelûpelên çandinî û ajalvaniyê berê xwe didin pêşangehê jî dest vala ji pêşangehê derdikevin. Cotkar dibêjin li gorî sala borî biha gelek bilind bûne û bi taybetî ji bo ku bihayên pêşangehê erzan in wan berê xwe dida pêşangehê lê êdî ew rewş jî nemaye.

Cotkarek diyar dike: “Em hatin traktorek bistînin lê em nikarin bistînin. Cotkarî jî miriye.”

Herwiha cotkarekî din jî dibêje: “Biha gelek zêde ne. Ji me nayê em tiştek bikirrin. Sala çûyî normal bû”

Cotkarekî destnîşan kir: “Ez hatim traktorek bistînim. Lê 10 salan jî bişixulim nikarim bihayê wê derxim.”

Ji ber li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê %90ê kelupelên di qada çandinî û ajalvaniyê de tên bikaranîn ji derve tên standin hem ji ber baca gumrikê hem jî ji ber bilindbuna diravan her ku diçe biha dibin û ji br vê yekê jî cotkar bi pirranî bo geştê berê xwe didin pêşangehê û tiştel nastînin.