Onen: Şerê Ukrayna û Rûsya ji bo nîzama cîhaneke nû ye

Şîrovekarê siyasî Fûad Onen şerê Ukrayna û Rûsya weke şerekî ne îlankirî yê Rûsya û NATOyê bi nav kir.
Şîrovekarê siyasî Fûad Onen
Şîrovekarê siyasî Fûad Onen

Stenbol (K24) - Şîrovekarê siyasî Fûad Onen şerê Ukrayna û Rûsya weke şerekî ne îlankirî yê Rûsya û NATOyê bi nav kir û got: “Ev şer ji bo nîzama cîhaneke nû ye.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Fûad Onen derbarê şerê Ukrayna û Rûsyayê de beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û şerê li Ukraynayê diqewime weke şerê cîhanê yê sêyem bi nav kir û got: “Dewletên Ewropayî û dewletên Awrasyayî ev 30 sal in li gelek deverên cîhanê şerê hevdu kirin. Weke nimûne li Yugoslavyayê şerê hev kirine, li Afxanîstanê, li Iraqê, li Sûriyê, Lîbya û Yemenê şerê hev kirine. Şerê li Ukraynayê jî perçeyeke vî şerî ye. Divê em şerê Rûsya û Ukraynayê bi vî awayî pênase bikin.”

Li gor Onen, “Ev şer bona nîzamek cîhanê ya nû ye. Bi têkçûna Sovyetê nîzama cîhanê belav bû. Ev 30 sal in cîhan bê nîzam e, ji xwe re nîzameke nû digere. Ev jî bi şerê cîhanê yê sêyem re dimeşe.”

“Şerê Rûsya û NATO niha di ser Ukraynayê re pêk tê”

Şerê li Ukraynayê ji hêla Onen ve weke şerê NATO yê li dijî Rûsyayê hat destnîşankirin. Onen got: “Şerê Ukrayna û Rûsya ne tenê şerê van her du dewletan e. Esasen şerê Rûsya û NATOyê ye. Ev şerê Rûsya û NATO, niha di ser Ukraynayê re pêk tê. Ji ber vê yekê her du teraf jî, hêzên xwe yên li tevahiya cîhanê berbelav in niha berê wan dide ber bi Ukraynayê ve. Ew çekdarên tên, ji wan ne kes şervanên azadiyê ye. Zelensky dibêje, ‘16 hezar kes ji welatên Ewropayê hatine bo piştgiriya me’ Di nav wan 16 hezar kesan de ez bawer nakim ku hezar kes jî şervanên azadiyê bin. Gişk kirêgirtiyê dewletên emperyal in, leşkerên bi mûçe ne. Heman tişt ji bo aliyê Rûsyayê jî derbasbar e. Ew jî çekdarên xwe yên li Sûriyê, Lîbya û li herêmên din bi kar anîne, niha vana dişîne bereya Ukraynayê.”

“Rojavayî ev 6 meh in amadekariya vî şerî dikin”

Onen bal dikşîne ser bandora hêzên derve ya di vî şerî de û dibêje: “Amadekariya bo şerê li Ukraynayê ne amadekariya îro ye. Wisa xuya dike ku Rojavayî ev 6 meh in, bona Ukrayna amadekariya şerê nav bajaran dikin û li nava Kîevê gelek çek şandine bo şerê kolan û bajaran. Herdu alî jî li hember hevdu çi ji destê wan bê dê bi kar bînin. Îcar şer veguhere û bibe şerê nav kolan û bajaran ev şer hem dê pir dirêj bibe û hem jî xetereyên wê dê zêde bibin.”

“Sedema kêşeyan parastina yekîtiya axa dewletan e”

Bi nêrîna Onen, gotinên li ser serwerî û sînorên heyî sedema kêşe û aloziyan e. Onen got: “Niha li vir kêşe ew e ku nîzama cîhana yekem, welat û dewlet û milet li taxmekê pênase dikirin û digotin; ‘Dewletekê hebe, li kuderê serwer bibe ew welatê wan e û hemwelatiyên vê dewletê jî miletek in.’ Esas koka kêşeyê ji vir tê. Yanê parastina yekîtiya axa dewletan. Halbûkî em dizanin, ji 1919an vir de dema koma miletê vir de ev bûye sedema gelek karesatan û bi milyonan însan hatine kuştin.”

Onen herwiha destnîşan kir: “Niha yê me wekî siyaseta Kurd, em li dijî sînorên dewletên heyî ne. Sînorên dewletên heyî, weke sînorê Tirkiyê, sînorê Iraqê, yê Îranê, yê Sûriyê ne sînorên meşrû ne. Heman tişt bo Ukrayna bo Rûsya bo Fransa, bo Brîtanya jî derbasbar e. Heger dinya ji xwe re nîzameke adilane digere, divê van sînorên çêkirî û bi civak, dîrok re ne li hev in bi awayekê were guherandin. Siyaseta Kurdistanê jî divê li ser vê xalê baldar be. Yanê em ne parêzerê sînorê tu dewletan e. Bi sedem sînorê wan dewletan sînorê Kurdistanê ji holê rakiriye. Ez bixwe piştgirê cudaxwaz im li her deverê cîhanê.”

“Divê siyaseta Kurdistanê armancên xwe yên stratejîk derxe pêş”

Li gor Onen pêdivî bi guherandina sînorên çêkirî yên dewletan heye û dibêje: “Sedî sed divê sînorê van dewletên heyî werin guherandin. Nîzama cîhanê eger bi rastî nîzameke nû be, hewce ye ev nîzam li ser sînorê nû ava bibe. Yanê weke nimûne, heta niha nîzama cîhanê sînorê Kurdistanê nepejirandiye. Heger nîzameke cîhanê nû were avakirin û ew jî sînorê Kurdistanê nepejirîne kuderê vê nû ye? An daxwaza cudabûna Katalan, Bask û Îrlandiya, Skoçya nepejirîne nîzama nû, kuderê vê nîzamê ji bo me nû ye? Bi min divê siyaseta Kurdistanê, armancên xwe yên stratejîk derxe pêş û di ser van armancan re li şerê Ukrayna-Rûsyayê bigere.”

Li ser vî şerî faktora enerjiyê jî ji hêla Onen ve wek faktoreke girîng hat bilêvkirin. “Xaleke din jî ew e ku em dizanin ev şer, yek ji hedefa vî şerî rêya enerjiyê ye. Li ser hewzaya neftê û gaza sirûştî dewletên zilhêz dixwazin hegemon bin. Rojhilata Nêzîk û Kurdistan navenda rêya enerjiyê ye û bi hezaran sal in navenda rêya tîcaretê bû. Divê em bi hişmendiyek stratejîk li vê binêrin û bikaribin Kurdistanê ji nû ve derxin ser dika dîrokê. Anha Tirkiye piştgiriya Ukraynayê dike ji bo çi? Dewletên dagirker naxwazin yekîtiya axa dewletan xera bibe. Tirkiye û Îran baş dizanin ku îro sînorê Ukrayna bê guherandin sibê wê sînorê Tirkiye û Îranê jî bên guherandin.”