Firokeyeke NATO kete xwarê: 4 kes mirin

Firokeyeke barhilgir a serbazî ya Amerîkayê di çarçoveya manoraya serbazî ya hêzên NATOyê de, li bakurê Norwecê kete xwarê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke barhilgir a serbazî ya Amerîkayê di çarçoveya manoraya serbazî ya hêzên NATOyê de, roja înê li bakurê Norwecê kete xwarê û di encamê de çar kesan canê xwe ji dest dan.

Firoke ji cûreya helîkopter a Bell-Boeing V-22 Osprey bû, ku firokeyeke barhilgir a serbazî ye. Roja înê di dema manorayê de pêwendiya wê bi baregeha serbazî qut bûye, ku biryar bû biçe bakurê Norwecê, piştre ketina xwarê ji aliyê baregeha hevbeş a hêzên NATOyê ve hat piştrastkirin.

Berpirsê Rojnamevanî yê li Navenda Hemahengiya Hevbeş a Rizgarkirinê ragihand; parçeyên firokeyê li devereke çiyayî hatine dîtin, lê heta niha tîmên rizgarkirinê negihîştine cihê ketina firokeyê.