Şêwekarekî Kurd “Wêraniyên Şer” li Polandayê pêşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekarê Kurd Heme Haşim li Polandayê pêşangehek vekir û di tabloyên xwe de wêraniyên şer pêşan dan.

Şêwekar Heme Haşim ragihand, wî li pêşangeha Mala Hunerî ya li bajarê Krosno pêşangehek bi navê Wêraniyên Şer vekir û di Şaredarê wî bajarî jî di merasîma vekirinê de amade bû.

Heme Haşim diyar kir, di pêşangehê de wî 15 tablo numayiş kirine û tê de bal kişandiye ser şer û wêraniyên wê.

Destnîşan kir jî, pêşangeha wî ji 18ê Adarê hatiye vekirin û dê heta roja 22 Adarê berdewam be.

Hunermend û Şêwekarê navdar ê Kurd Heme Haşim di demên borî de çendîn pêşangehên taybet li Kurdistan û welatên din yên cîhanê lidar xistiye, herwiha wî xelateke navdewletî ya taybet bi hunera şêwekariyê wergirtiye ye û çendîn xelatên din ên rûmet û rêzgirtinê jî wergirtine.