“Amerîka pêşniyar dike Tirkiye sîstema S-400 bide Ukraynayê”

Berpirsên Amerîka bi awayekî ne fermî ji berpirsên Tirkiyê re pêşniyar kirine, sîstema berevaniya asmanî S-400 bide Ukraynayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka ji Tirkiyê re pêşniyar kiriye, sîstema berevaniya asmanî S-400 bide Ukraynayê.

Ajansa “Reuters” ji sê jêderên agahdar belav kiriye, berpirsên Amerîka bi awayekî ne fermî ji berpirsên Tirkiyê re pêşniyar kirine, sîstema berevaniya asmanî S-400 bide Ukraynayê.

jêderan amaje bi wê yekê jî kirine, ev pêşniyar di destpêka vê mehê de di serdana Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman bo Tirkiyê de, bi kurtî hatiye gotûbêjkirin.

Rêvebiriya Biden ji hevalbendên xwe xwastibû ku alav û pergalên ku Rûsyayê çêkirine, di nav de S-300 û S-400 jî bikar tînin ku wan bidin Ukraynayê, ji bo bi wan çekan rûbirûyî êrişa Rûsyayê bibe.

Ji aliyê xwe ve, rayedarên Tirkiyê li ser vê pêşniyara Amerîkayê ya ne fermî ti daxuyanî nedane.

Kirîna Tirkiyê sîstema berevaniyê S-400 ji Rûsyayê, demek e bûye cihê nakokiyê di navbera her du endamên NATO (Amerîka û Tirkiyê) de.