Komîteya lêkolînan a derbarê êrîşa mûşekî de gihîşt Hewlêrê

Ji bo destpêkirina lêkolînên derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê de, Komîteyeke pilebilind ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo destpêkirina lêkolînên derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê de, îro Yekşemê Komîteyeke pilebilind bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê gihîşt Hewlêrê.

Komîta bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî û endametiya Serokerkanê Artêşê Ebdul-Amir Yarallah û Serokê Dezgeha Ewlekariya Niştimanî General Neîm Şatrî û hejmarek ji efser û berpirsên ewlekarî û leşkerî ye.

Ev komîte ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û hejmarek berpirsên hikûmetê ve hat pêşwazîkirin.

Roja 13/3/2022an bi 12 mûşekan êrîş li ser Hewlêrê hate kirin û di encamê de ziyanên madî gihîşt hin navçeyên sivîlan û avahiya kenala Kurdistan24ê, di pişt re jî Supaya Pasdarên Îranê berpirsatiya xwe di ber wê êrîşê de ragihand.

Berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kirin û Wezareta Derve ya Iraqê jî bang li Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrac Mescidî kir û nerazîbûna xwe li hember êrîşa li dijî Hewlêrê nîşan da.