PAK, PSK, TDK-Tevger: Werin em bi hev re agirê Newrozê ji bo yekitî, hevkarî û yekrêziyê geş bikin

Peyama PAK, PSK, TDK-Tevger
Peyama PAK, PSK, TDK-Tevger

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger) bi boneya hatina cejna Newrozê di peyamekê de radigihînin, “Werin em bi hev re agirê Newrozê ji bo yekitî, hevkarî û yekrêziyê geş bikin.”

Peyama PAK, PSK û TDK-Tevger:

Newroz li miletê Kurd û hemû Kurdistanîyan pîroz be!

Werin em bi hev re agirê Newrozê ji bo yekitî, hevkarî û yekrêziyê geşbikin!

Meha adarê bi rojên şahî û kêfxweşî û herweha bi rojên diltevizînî û komkujîyan ve, di dîroka Kurdistanê de xwedîyê cihekî gelekî girîng û taybetî ye. Kurd û kurdistanî Newrozê ji alîyekî weke cejna serêsalê û hatina buharê, ji alîyekî din jî weke roja serhildan, berxwedan û tekoşîna ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pîroz dikin.

Bêguman pîrozkirina Newrozê ya bi vî awayî, dagîrkerên Kurdistanê ditirsîne. Ew ji alîyekî pîrozkirina Newrozê qedexe dikin; ji alîyekî din jî hewl didin ku Newrozê ji armanc û naveroka wê ya sereke bi dûr bixînin. Loma jî ew roja Newrozê bi naverokên çêkirî yên bêwate pîroz dikin. Ew bawer dikin ku dê bi vî awayî bikaribin Newrozê ji naveroka wê ya dîrokî bi dûr bixînin; tîn û tesîra wê ya li ser hestên neteweyî jar û hejar bikin. Loma jî em gelek girîng dibînin ku miletê Kurd û Kurdistanî cejna Newrozê bi ruhekî neteweyî û naveroka xwe ya dîrokî pîroz bikin. Divê em Newrozê, bi armanca li dijî dagîrkerî û zordariyê û weke sembola berxwedana neteweyî û azadîyê pîroz bikin. Divê em agirê Newrozê weke qadek girîng ya xebat û têkoşîna li dijî dagirkerî, înkar û asîmîlasyona li ser miletê Kurd û kurdistanîyan bêtir geş û gur bikin.

Îro li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê cejna Newrozê bi awakî azad pîroz dikin. Lê li Bakurê Kurdistanê, miletê Kurd hê jî nikare bi awakî azad vê cejna xwe ya neteweyî li gorî naveroka wê ya dîrokî pîroz bike. Karbidestên dewletê bi qedexekirin û astengên cihêreng hewl didin ku rê li ber pîrozkirina Newrozê bigrin, ya jî vê roja pîroz şolî bikin. Lê ew çi dikin bila bikin, dagîrkerên Kurdistanê dê nikaribin di vê siyaseta xwe de bi ser nekevin; agirê Newrozê dê li her çar alîyên Kurdistanê her geş û bilind bibe.

Di vê pêvajoya ku zimanê Kurdî bi jenosîda asîmîlasyonê rû bi rû ye, dive em bi taybetî hewl bidin ku Newrozê bi Kurdî pîroz bikin. Dive em hewl bidin ku vê cejna neteweyî ji bo geşkirina xebat û têkoşîna zimanê kurdî jî bikin qad û derfetek girîng. Herweha divê em vê rojê bikin platformek hevbeş û girseyî ya ji bo bidestxistina mafên neteweyî, civakî û çandî.

Kurdistaniyên hêja!

Dagîrkerên Kurdistanê êdî weke berê nikarin serwerîya xwe li Kurdistanê bimeşînin. Helwesta hêzên navneteweyî, guherînên li Dinyayê û Rojhelatanavîn, derfetên dîrokî radestî miletê Kurd dikin û zemîna tekoşîna ji bo serxwebûn û azadîya Kurdistanê berfirehtir û bi hêztirdikin. Ev kês û derfet di Rojeva Kurdistanê de bûye diyardeya sereke; lê di heman demê de, girîngiya yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî ya miletê Kurd û kurdistanîyên vî beşê Kurdistanê jî bêtir derdixîne pêş. Divê em baş bizanibin ku miletê Kurd tenê bi yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî dê bikaribe destkeftiyên xwe biparêze û ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pêngavên biryardêr bavêje.

Bakurê Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî taybetî û metirsîdar de derbas dibe. Ev rewşa wezîfeyên taybetî derdixînê pêşiya me. Divê partî, rêxistin û tevgerên neteweyî û kurdistanî rojek berî rojekê li ser armanc û daxwazên acîl yên hevbeş bêne ba hevdû û di vî warî de gavên pêwîst bavêjin. Ev wezîfeyek neteweyî û dîrokî ye. Divê em hewildanên yekitî, hevkarî û yekrêziya neteweyî geş bikin; parastin û vejandina hişmendî û destkeftiyên neteweyî bêtir derxînin pêş.

Bijî sembola berxwedan û tekoşîna azadî û serxwebûnê Newroz!

Bijî yekrêziya neteweya kurd û kurdistanîyan!