Mesrûr Barzanî: Newroz bo gelê Kurdistanê hertim sembola berxwedan, rûbirûbûna stem û zordariyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Gelê Kurdistanê niha jî berdwam e li ser xebat bo parastin û berevanîkirina li mafên xwe yên destûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de ragihand, “Di dirêjahiya dîrokê de Newroz bo gelê Kurdistanê hertim sembola berxwedan, rûbirûbûna stem û zordariyê û domandina xebat, azadî û rizgarbûnê bûye.”

Bi minasebeta cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe û kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalan dikim.

Hêvî dikim rojên cejnê û betlaniyê di nava rewşeke aram, şadî û xweşî de biser berin, daxwaz ji welatiyan dikim di dema seyranê de paqêjiya jîngehê biparêzin û rêkarên hatûçûyê jî cîhbicîh bikin.

Di dirêjahiya dîrokê de Newroz bo gelê Kurdistanê hertim sembola berxwedan, rûbirûbûna stem û zordariyê û domandina xebat, azadî û rizgar bûnê bûye. Gelê Kurdistanê niha jî berdwam e li ser xebat bo parastin û berevanîkirina li mafên xwe yên destûrî, bi ti awayî jî ne amadeye di bin ti zextekê de dev ji xwestek û mafên xwe yên netewî berde.

Bi minasebeta Newrozê careke din diyar dikin ku herêma Kurdistanê weke her tim faktereke girîng ya aramî û aştiyê li deverê de dibe û ti car nabe sedema gef û û metirsiyan bo ti aliyekê, belku beruvajî hertim rixmî berevanî kirin ji mafên xwe yên destûrî, xwedan roleke girîng û berçav jî bûye bo pêşde birina çanda lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên curbicur yên herêma Kurdistan û Îraqê.

Newroza we pîroz be, Xwedêyê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan biparêze.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî