Hereketa Azadî: Newroz bibe sedema azadiya Kurd û Kurdistaniyan

Li gelek deverên Diyarbekirê pankart daliqand û bi Kurmancî, Zazakî û Soranî Newroza gel pîroz kir.
Hereketa Azadî li gelek deverên Diyarbekirê pankart daliqand û bi Kurmancî, Zazakî û Soranî Newroza gel pîroz kir
Hereketa Azadî li gelek deverên Diyarbekirê pankart daliqand û bi Kurmancî, Zazakî û Soranî Newroza gel pîroz kir

Diyarbekir - (K24) Hereketa Azadî ragihand ku cejna Newrozê bibe sedema azadiya Kurd û Kurdistaniyan.

Hereketa Îslamî ya Kurdistanê Azadî (Hereketa Azadî) li ser hesabê xweyê Twitterê ji bo cejna Newrozê peyamek ragihand.

Herwiha Hereketa Azadî li gelek deverên Diyarbekirê pankart daliqand û bi Kurmancî, Zazakî û Soranî Newroza gel pîroz kir.

Di peyama xwe de Hereketa Azadî diyar kir: “Newroz ji bo hemî xelkê Kurdistanê wateya rizgarbûna ji bindestiyê û daxwaza bidestxistina azadiyê ye. Em hêvîdar in îsal û salên bê bibe azadiya Kurd û Kurdistaniyan. Bi vê minasebetê Cejna Newrozê Gelê Kurdistanê û herwiha Sala Nû ya 2722î Kurdî pîroz dikin. Newroza We Pîroz Be”